12 Tebax 2016•Rojanekirin: 13 Tebax 2016
WASHINGTON
Berdevka Wezareta Karên Derva ya DYAyê Trudeau: "Hewce nake em di navbera FETO û Tirkiyeyê da tercihekê bikin. Pêvajoya îadekirinê eşkere ye. Alîkariya me ya ji bo Tirkiyeyê mijara nîqaşê nîne."
Berdevka Wezareta Karên Derva ya DYAyê Elîzabeth Trudeauyê di daxuyaniya çapemeniyê ya rojane da der barê gotinên Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu da bang kir Rûsya jî tevlî têkoşîn û operasyonên dijî DAEŞê bibe da xeberda.
Trudeauyê diyar kir ku Tirkiye û hevalbendên wê di têkoşîna dijî DAŞEê da di nav pêwendiyan da ne û wiha got: "Heger têkoşîna li dijî DAEŞê ji bo me hemûyan girîng be û ev gav jî bi vê mebestê hatibe avêtin girîng e."
- "Alîkariya me ya ji bo Tirkiyeyê mijara nîqaşê nîne"
Trudeauyê li ser gotinên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ku li Kuliyeya Serokomariyê xitabî gel kir û got "Zû yan jî dereng wê Amerîka jî biryarekê bide. Yan Tirkiye yan jî FETO"yê destnîşan kir ku nikare li ser vê mijarê xeber bide.
Trudeauyê der barê îadekirina Gulen da jî wiha xeberda: "Li ser vê mijarê me berê jî xeberda. Peymana îadekirinê dualî hatiye îmzekirin. Ev pêvajo eşkere ye û li gor hestan û siyasetê naguhere. Hin belge hatin ber destê me. Em lêkolînê dikin û di nav têkiliyê da ne. Lê ev mijareke hiqûqî ye û bi zagonan dimeşe."
Trudeauyê diyar kir ku DYA li gor hemû peymanên îadekirinê yên ku îmze kiriye tevdigere û wiha got: "Terciheke wek FETO yan Tirkiye meriv nikare bide ber hev."
"Pêvajoya îadekirinê dibe ku bi mehan jî ber xwe bide bi salan jî"
Jê ra gotin ku "Yanê tu dibêjî mecbûr nîne ku ji herduyan yekî hilbêjêrin" li ser vê Trudeau got, "Ji Berdevk Trudeau pirsîn ku gelo pêvjoya îadekirin yê çiqasî ber xwe bide li ser vê wiha got, "Pêvajoya îadekirinê dibe ku bi mehan jî ber xwe bide dibe ku bi salan jî. Ez nikarim demekê eşkere bikim."
Şermezarkirina êrîşên terorê
Wek mayîn Trudeau diyar kir ku êrîşên terorê yên li Mêrdîn û Diyarbekirê şermezar dikin û wiha axivî: "Serê malbatên kesên ku mirin sax be, Xwedê şifayê bide birîndaran."
Di civînê da ji berdevk pirseke wiha hat pirsîn: "Te bi şermezarkirina bûyerên terorê yên li Tirkiyeyê dest bi axaftinê kir. Do jî hin rayedaran şermezar kiribû. Bi caran e ku hûn hewla derbeyê ya li Tirkiyeyê şermezar dikin. Rexneyên rayedarên tirk ên li ser Amerîkayê gelo hûn westandin?"
Trudeau eva pirsa wiha bersivand:
Ez nikarim wisa bidim nasîn. Min berê got ku ev ji bo Tirkiyeyê meseleyeke girîng e û qasî min fehm kir hikûmeta Tirkiyeyê li ser mijarê (hewla derbeyê) dixebite. Em carekê dîsa dixwazin ku Tirkiyeyê temîn bikin ku şirîktayiya me ya bi Tirkiyeyê ra saxlam e, bira nekevin fikaran."