ELAZIG
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Elezîzê beşdarî merasima vekirina komî bû û wir axivî. Serokomar Erdogan got: "Hewcedariya Tirkiyeyê bi sîstemeke birêvebirinê ya ku bikare leztir biryarê bide û bi awayekî lezgîntir kar bike, heye. Navê vê jî pergala serokatiyê ye, navê vê pergala lîderî ye. Di rastiya xwe de pergala birêvebirinê ya di kevneşopiya me ya dewletê ya qedîm de jî ev e. Navê wê her çi dibe bila bibe em dibînin ku birêvebirên ku piştgirî û rizaya gel nestîne ne mimkûn e ku li serê dewletê bimînin."
Erdogan li ser girîngiya pergala serokatiyê sekinî û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Meşweret û îstişare helbet dê hebe, lê hûn daholê bixin sitûyê kesê ku we hilbijartiye û mîrkûtê wê bidin destê hêzên ku li hember gel bê berpirsiyarî tevdigerin, wê demê ew pergal dixitime û pêş nakeve. Ji ber wê pêş neket. Di van demên dawîn li rewşa parlementoyê binêrin, di parlementoyê de çi diqewime, gelo ev yek li parlementoyê tê, ev dibin, ev rê rêyeke rast nîne. Li welatê me bi Destûra Bingehîn a 1960î pergaleke wiha hat avakirin, vê pergalê aramî neanî."
Serokomar Erdogan der barê Pakêta Ewlehiya Navxweyî de jî wiha axivî: "Her dem mijûl dikin. Wiha nekin. Peywira we ev e ku hûn di parlementoyê de van qanûnan derxînin, peywira we astengkirina van nîne. Hûn çawa bikin jî dîsa dê ev qanûn derkeve" û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Di jiyana xwe de ji bo dahatûya vê gel û welatê kevir danenîn li ser kevirê û di her karekî xêrê de jî hewl dan ku astengiyê derxînin. Çima? Bêyî ku tiştekî bixwînin dibêjin ku Qanûna Hilbijartinê bila ji Serokomarê Komara Tirkiyeyê re 'Heta hilbijartinê qedexeya axaftinê bîne'. Tu kî yî gelo tu kî yî? Niha ev birayê we serokê ku cumhurê peywirdar kiriye ye. Cumhur kî ye? Gel e, gel. Tu dê ji aliyekî li parlementoya ku tu wir î, bibêjî 'Desthilatî bê şert û merc di destê gel de ye' hem jî ji aliyê din ve bibêjî ku ji bo Serokomarê ku gel ew hilbijartiye 'Qedexeya axaftinê bînin'. Qûsurê nenêre, me hê jî babegîdekî ku dê rêya me wiha bibire nedîtiye".