HEWLÊR
Hat ragihandin ku Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) û Hikûmeta Navendî ya Iraqê di mijara îxrackirina neftê de li hev kirin.
Li gor daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya HKIyê hat dayîn Hewlêr û Bexdayê li ser 3 xalan li hev kirin. Li gor vê yekê dê Hikûmeta Federal a Iraqê pêşî 500 milyon dolar pere bide Herêma Kurdistanê. Herêma Kurdistanê jî dê rojane 150 hezar warîl neftê ji ser hikûmeta Iraqê re îxrac bike.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî dê di nav çend rojan de bi lijneyeke ku ji rayedarên hikûmetê pêk tê biçe Bexdayê. Barzanî ji bo ku di çarçoveya destûra bingehîn de pirsgirêkan bi temamî çareser bike dê bi rayedarên hikûmeta Iraqê re hevdîtinê bike.
Herêma Kurdistanê di 1ê kanûna paşîn de ji ser Tirkiyeyê re neft şand ji bo bazarên cîhanê û pişt re ji 22yê gulanê pê ve dest bi firotinê kir, di navbera birêvebiriya Kurdistanê û Bexdayê de rageşî derketibû.
Serokwezîrê heyamê Nûrî el-Malikî para kurdan a ji budçeyê birîbû û bi vî awayî bertek nîşan dabû. Bexda îdia dike ku kurd bêyî ku destûra hikûmeta navendî bistînin nefta Iraqê bi awayekî "dereqanûnî" difroşin û ev yek jî zirarê dide mafên desthilatiyê. Bexdayê dixwest ku neft ji ser Şirketa Neftê ya Neteweyî ya Iraqê (SOMO) re bê firotin. Li gor vê dahata ku ji neftê hat bidestxistin dê derbasî budçeya giştî ya Iraqê bikirana û ji wir jî para kurdan bidana.
Lê belê birêvebiriya Kurdistanê got ku Bexda niha para ku ya me ye kêm dide û ev pêşniyaz qebûl nekir. Kurdan dabû zanîn ku dê ji nefta ku bê firotin tenê para ji sedî 17yê bistînin, ji sedî 83yê mayî dê bidin budçeya giştî ya Iraqê lê nekarîbûn ku Bexdayê qanî bikin.