Ahmet Aydın
18 Mijdar 2017•Rojanekirin: 19 Mijdar 2017
SILÊMANÎ
Heyva Sor a Tirkî li Helebce û Derbendîxanê ku li Iraqê cihê herî zêde ku ji erdhejê zirar dîtine ne, kon li welatiyan belav kir.
Heyva Sor a Tirkî Serokayetiya Rewşa Acil û Afetê (AFAD) ku piştî erdheja bi şideta 7,3 ya li ser sînorê Iraq-Îranê destbikar bûn, heta nuha bi qasî 66 TIR alîkariyên mirovî şandin herêmê.

Ekîbên AFAD û Heyva Sor a Tirkî bi hevkariya Heyva Sor a Iraqî îro li Helebce û Derbendîxanê û gundên girêdayî wan ji bo welatiyên ku ji erdhejê zirar dîtin 250 heb kon belav kirin. Ekîbên Heyva Sor a Tirkî herwiha li ber deriyê Nexweşxaneya Dewletê ya Helebceyê 4 konên xizmetguzariya polîklînîkî vedane. Li Wargeha Keçan a Helebceyê bi mebesta ku weke nivîngehê bê bikaranîn jî konek mezin vedan.
Serokê Delegasyona Iraqê ya Heyva Sor a Iraqê Goksen Yenigul di daxuyaniya xwe ya ji bo nûçegihanê AAyê de anî ziman ku ji ber ku hejmara avahiyên rûxayî û herwiha hejmara miriyan kêm e û hejmara avahiyên zirardîtî zêde ye mirov ditirsin têkevin malên xwe.

Yenîgul wiha axivî:
"Di serî de em sersaxiyê xwe digihînin xizmên yên ku canê xwe ji dest dane û ji bo herkesî derbasî be. Ji bo ku ev mirov bikarin jiyana xwe li derve bidomînin, me melzemeyên hêwirînê ji wan re anîn. Îro me ji bo Helebce, Derbendîxan û gundên derdora wan me 250 kon vegirt. Me hejmarek zêde ji melzemeyên xwe yên alîkariyê û metbexa xwe ya mobîl danî navenda Helebceyê. Ji aliyekî din ve me li ber derê Nexweşxaneya Dewletê ya Helebceyê ku piraniya avahiyên wê yên polîklînîk zirara mezin dîtine 4 konên ku xizmetguzariya polîklînîkî dibînin vedan. Li Wargeha Keçan a Helebceyê bi mebesta ku weke nivîngehê bê bikaranîn jî me konek mezin veda."