Li Herêma Kurdistana Iraqê ya Federal (HKIF) pêvajoya hilbijartina ji bo parlementoya dewam dike. Di hilbijartinê de piştî serokên partiyên desthilatdar serokên partiyên muxalefete jî dengên xwe dan.
Serokê Partiya Bizotneweyî Goranê ku li hemberî desthilatiyê muxalefeteke tuj dike Noşîrvan Mustafa, Serokê Komalayê Alî Bapîr û Serokê Giştî yê YEKGIRTÛyê Muhammed Fereç jî çûn cihê ku sindoqa wan lê ye û dengên xwe avêtin û peyamên nerm dan.
Serokê Partiya Bizotneweyî Goranê ku di parlementoyê de 23 parlementerên wan hene Noşîrvan Mûstafa li Dibistana Binarê ya li taxa Azadiyê ya li ser Silêmaniyê ray da û daxûyanî da endamên çapemeniyê û wiha got: "Ez hêvî dikim ku encamên hilbijartinê li gor dilê gelê me be. Daxwaza me jî ew e ku di vê hilbijartinê de pêvajoyeke siyasî ya nû ava bibe û desthilatiyeke ku gel dixwaze bê serî."
Serokê Partiya Komalayê Alî Bapîr jî li Dibistana Jilvan a li Erbîlê raya xwe da û destnîşan kir ku hêviya wan ew e ku di hilbijartinan de sextekarî neyê kirin û ji bo vê tewdîrên berfireh bên girtin.
Serokê Partiya Yekîtiya Kurdistanê (YEKGIRTÛ) Muhammed Fereç jî xwest ku hilbijartin di nav aramî û xweşiyê de bimeşe. Fereç got: "Di hilbijartinê de partiya ku rayên wê herî zêde bûne, dê em bin."