30 Îlon 2015•Rojanekirin: 01 Cotmeh 2015
Hat ragihandin ku balafirên şer ên hêzên Esed li Humusa ku di aliyên hûndir ên welêt de cî digire êrîşî navçeyên di bin kontrola mixalifan de kir, di êrîşê de 32 kes mirin 200 kes jî birîndar bûn.
Aktîvîstê çapemeniya herêmî ya li Humusê Samîr el Humusî daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û da zanîn ku balafirên şer ên Esed êrîşî Telbîseya navçeya Humusê kirin, di encama êrîşê de 16 li Rastanê 7 û li herêma Zaferanê jî 9 sivîl mirin û ji 200î zêdetir kes jî birîndar bûn.
Humusî got ku nasnameyên kesên ku di êrîşan de mirin hatin tesbîtkirin û qal kir kesên ku di encama êrîşan de birîndar bûn ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyên sehrayê yên li navçeyên navborî.
- Îdiaya balafirên rûsan lê xistiye
Humusî da zanîn ji ber ku li herêmên ku êrîş pêk hatin texrîbatên mezin çêbûn di nav gel de îdiayên wekî balafirên rûsan li Humus û Hamayê êrîşî cihên di bin kontrola mixalifan de kir, hene û wiha axivî: "Balafirên şer ên ku li Hama û Humusê êrîşî herêmên mixalif kirin ji balafirên din cudatir in. Hêza texrîbê ya van balafiran ji wanê din zêdetir e. Di axaftinên bêtelê yên ku mixalifên çekdar guhdar kirin de axaftinên ku di navbera qûle û balafiran de derbas dibûn rûsî bûn."
Komîteya Kordînasyona Herêmî ya Sûriyeyê (LCC) jî piştrast kir ku di êrîşa ku birin ser Rastan û Telbîseya navçeya Humusê û herêma Zaferanê de gelek sivîl mirin û birîndar bûn.
Tê gotin ku li herêmên ku êrîş pêk hatin xisareke mezin a madî çêbû û ekîbên parastina sivîl jî hewl didin ku kesên di bin kavilan de derxînin.