SANA
Hat ragihandin ku li Yêmenê hûsiyên çekdar avahiya meclisê, xaniyê Serokê Ewlehiya Neteweyî, hin wezîr û rayedarên ewlehiyê dorpêç kir.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê hûsiyên çekdar xaniyê Wezîrê Parastinê Mehmûd es-Sabihî, Wezîrê Rêvebiriya Herêmî Evdireqîb Feth, Serokê Ewlehiya Neteweyî Tuxgeneral Elî el-Ehmedî û hin rayedarên ewlehiyê dorpêç kir.
Wezîrê Rêvebiriya Herêmî Evdireqîb Feth di Facebookê da daxuyand ku mala wî di bin dorpêçê da ye.
Hat destnîşankirin ku avahiya meclisê ya li Sanayê jî di bin dorpêça hûsiyan da ye.