ÎSTANBÛL
Anadolu Agency li çar aliyê cîhanê "cihê ku bûyer diqewime" lez bi lez nûçeyan dişopîne û niha mohra xwe li serkeftineke din a navneteweyî da.
AA ji du aliyan hewl da û karî ku roja duşemê bikeve Komara Afrîkaya Navîn (OAC) ya ku ji ber pevçûnên xwînî û qeyrana mirovahiyê deriyên xwe girtbûn. Nûçegihanê AAyê yê Londonê Assed Baîg û nûçegihanê AAyê yê Johannesbûrgê Hesen Isîlow piştî rêwîtiyeke dijwar gihan OACyê û dest bi şandina nûçe û dîmenan kirin.
Li OACyê komên dijber hê jî li herêmên cur bi cur pev diçin. Nûçegihanê me yê ku ewil giha wir Baîg, dijwariya çûna OACyê qise kir. Baîg ji Londonê çû Parîsa paytexta Fransayê û vîzeya OACyê girt. Ji vir bi balafirê pêşiyê çû Etiyopyayê pişt re jî derbasî Kamerûnê bû. Baîg ji ber ku seferên balafirê yên ticarî nedihat kirin, siwarî balafira komeke arîkariyê bû û çû paytext Banguiyê. Nûçegihanê AAyê yê Johannesbûrgê Hesen Isîlow jî piştî kuli paytext pevçûn zêde bûn û ji 500î zêdetir kes mirin, bi balafireke koma arîkariyê re li ser Kamerûnê derbasî paytext Bangûiyê bû.
Nûçegihanên AAyê li herêmê hatin bal hev û dîmen û nûçeyên pevçûna di navbera komên dijber yên welêt de radigihînin me.
- Mohra AAyê li çapemeniya cîhanê ye
Hewldanên AAyê yên di demên dawîn de ji aliyê çapemeniya navxweyî û derveyî ve bi baldarî tê şopandin. AA bi hevkariya "AFP Image Forûm" û "Getty Images"ê ku di belavkirina dîmenan de yek ji saziyên herî mezin ê cîhanê ne, marqeya "Anadolu agency"ê di bîra çapemeniya cîhanê de bi cî kir.
Wêneyên AAyê bi saya Getty images, AFP-Imge Forûm û Scanpîxê tê belavkirin û li DYA, Kanada, Amerîkaya Başûr, Îngilistan û Ewropayê di kovarên heftane yên magazînê de, di rojnameyan de, di malperan de bi marqeya "Anadolu Agency"ê gelekî tên bikaranîn.
Digel vê yekê fotonûçegihanên AAyê li çar aliyê cîhanê ji cihê bûyerê wêneyan dikşînin û demildest radigihînin. Nûçegihanên AAyê di van rojên dawîn de li Ûkrayna, Tayland, Bangladeş û Komara Afrîkaya Navîn ku vêga bûyer li wir diqewimin, wêneyên xwe ji bo çapemeniya cîhanê diweşînin.
Di vê çarçoveyê de di serî de buroyên AAyê yên li Parîs, Roma, Moskow, Frankfûrt, Berlîn, New York, Qahire, Beyrûd, Qûdis, Îslamabadê nûçegihan, fotonûçegihan û kameraman li buroyên gelekî girîng peywirdar in, her roj nûçe, wêne û dîmenên xwe bêyî ku ji tiştekî kêm bimînin diweşînin.