Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî, lihevkirina duhê ya di warê muzakereyên nukleerê ya di navbera Îran û welatên koma 5+1ê de wekî "pêngaveke girîng a ji bo aşitiya dinyayê" bi nav kir.
Barzanî di peyama xwe ya li ser malpera fermî ya înternetê ya hikûmeta HKIyê de ji ber pêkhatina lihevkirina muzakereyên nukleerê serokê dînî Elî Xamaney, Serokomar Hesen Rûhanî û xelkê Îranê pîroz kir.
Barzanî di peyama xwe de destnîşan kir, ew wisa hêvî dike lihevkirina ku derket holê, di navbera xelq û dewletên dinyayê de bira bibe wesîleya avakirina têkiliyên xurt. Barzanî di peyama xwe de wiha got:
"Ji ber peymanê em Rehber, Serokomar û gelê Komara Îslamî ya Îranê pîroz dikin. Em hêvî dikin ku ev lihevkirin bi ser bikeve û di navbera xelq û dewletên dinyayê de bibe wesîleya avakirina têkiliyên xurt. Bira ji bo aşitiya dinyayê û pêşketina mirovahiyê bixêr be."
Serokwezîr Barzanî bi berdewamî di peyama xwe de wiha got: "Vê peymanê daye nîşan ku di warê çareserkirina kêşeyên di nava dewletên cihanê de muzakere û diyalogên dûdirêj baştirîn rêya çareseriyê ye. Ji ber hewl û xîreta wan a di pêkhatina vê pêngava girîng a ji bo aşitiya dinyayê em hemû dewletên muzakerevan, Neteweyên Yekbûyî û unsûrên din pîroz dikin."
Barzanî qal kir ku ev peyman dê li ser pêwendiyên HKI û Îranê jî tesîreke erênî bike û wiha got: "Ez li vir dixwazim qala pêwendiyên me yên dostane yên bi Îranê re jî bikim. Ev peyman dê xizmeta pêşketin, xurtbûn û berfirehbûna têkiliyên herêma Kurdistanê û Îranê yên di her warî de jî bike. Em li ser vê baweriyê ne."