İbrahim Atmaca
09 Nîsan 2018•Rojanekirin: 11 Nîsan 2018
VAN
Li Mala Pişîkan a Wanê ku yek ji cihê tûrîstên xwemalî û biyanî diçinê ye, 160 pişîk hene û di nav pişîkan da pişîkên ku rengê çavên wan cuda ne jî hene. Pişîk her roj ji aliyê wezîfedaran va tên tîmarkirin.
Pirça pişîkên Wanê spî û wek hevirmûş e, rêvaçûna wan wek şêran e, dêla wan wek ya roviyan dirêj û qalind e û hesreta avê ne. Bi rengên cuda yên çavên xwe va ev pişîk li Wanê di nav nirxên herî girîng da nin. Pişîka Wanê bi saya van taybetiyên bala kesên ku bajêr ziyaret dikin, dikişîne.
Mala Pişîkan a Wanê di bin banê Zanîngeha Yuzuncu Yilê da hat avakirin û pişîk li Wanê mîrata zindî ya herî mezin e. Her sal bi hezaran tûrîstên xwemalî û biyanî mala pişîkan ziyaret dikin.
Pişîk beriya ziyaretan her roj wezîfedar hemû baxima wan dikin, neynikê wan hildidin, pirça wan a dirêj şeh dikin û ji bo dîtnayiyan wan amade dikin.
Midûrê Navenda Lêkolînê ya Mala Pişîkan a Zanîngeha Yuzuncu Yilê Prof. Dr. Abdullah Kaya daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku pişîka Wanê ji ber taybetiya xwe di nav cinsên pişîkên din da cihekî wan ê cuda heye, ji ber ku ji avjeniyê hez dikin, xwediyê xwe nas dikin û jê naqetin jî heywaneke taybet e.
Kaya diyar kir, kapasîteya fêrbûna pişîkên Wanê zêde ye û li mala ku tê da dijîn wek ferdekî malê ne û wiha dewam kir: "Her sibe cihên ku pişîk lê digerin tên dezenfektekirin. Di hefteyê da du rojan cihên ku lê digerin bi ava kinvan va tên şûştin. Serê sibê em wan ji aliyê tenduristiyê va kontrol dikin û li rewşa wan dinhêrin."