25 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2018
EZEZ
Ebû Ehmed Nurê Fermandarê Eniya Şamê ya ku beşek ji Artêşa Azad a Sûriyeyê (AAS) ye bertek nîşanê daxuyaniya Fransayê da û got em ê welat ji terorîstên YPG/PKKyî paqij bikin.
Nurê fermandarê AASyê li ser daxuyaniya Fransayê ya ku dibêje wê piştgiriyê bidine YPG/PKKya rêxistina terorê got şaş û metel mane û wiha axivî:
"Fransa dewleteke xwediyê îdiaya azadî û aştiyê ye. Bi vê daxuyaniyê pêbawerî û îtimada xwe ji dest kir. Em wekî artêşeke neteweyî em ê axa xwe ji terorîstan paqij bikin. Em ê îstiqrar û ewlehiya herêmê hildin dest xwe. Me bo vegera gelê xwe yê ku bi zorê dane koçkirin soz dabû. Em ê li ser sozê xwe bisekinin."
Seyf Ebû Bekirê Fermandarê Tumena Hemza ya ku beşek ji Artêşa Azad a Sûriyeyê ye jî duh bertek nîşanî Fransayê dabû û wiha axivîbû:
"Dema ku rojhilatê Feratê ji PKKê û DEAŞê hat rizgarkirin emê bibînin ku tu wateya gotinên Macron tuneye. Emê herêmên xwe ji PKKyê û DEAŞê rizgar bikin."
Serokomar Emmanuel Macron pêr daxuyaniyek dabû û gotibû piştî vekişîna Amerîkayê piştevaniya ku didine YPG/PKKya rêxistina terorê ya ku navê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi kar tîne ew ê bidomînin û wiha gotibû:
"Kesên li sahayê dijî terorê ditêkoşin û Kurdên Sûriyeyê û Hêzên Sûriya Demokratîk in. Ji ber vê ez gazî her kesî dikim ku berpirsyariyên xwe bizanibin. Bila ji bîr nekin em deyindarên wan in."
Artêşa Fransayê li bakurê Sûriyeyê li herêma di bin dagirkeriya YPG/PKKyê da li 5 baregehên eskerî bi cih bûye.
Ji 100î zêdetir eskerên Fransayê jî li herêmê tevlî YPG/PKKyê kar dikin.