HEWLÊR
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Umît Sabah îdia kir ku Serokwezîrê Iraqê Nûrî el-Malikî di nava buhraneke cidî ya derûniyê de ye û xwe wenda kiriye û wiha dewam kir: "Ji gelê Iraqê lêborînê bixwaze û îstifa bike. Tu wekî kesekî ku welat wêran kiriye, nikarî Iraqê ji qeyranê derxî."
Sabah di daxuyaniyê de bersiva Malikiyê ku îdia kir Hewlêr bûye navenda DÎŞI û rêxistinên terorê yên mîna wê, da.
Sabah bi bîr xist ku Malikî di axaftina xwe ya heftane de der heqê herêma Kurdistanê de tawanbariyên bêbingeh avêt holê û wiha domand: "Dema ku mirov bala xwe dide gotinên Malikî mirov dibîne ku ev kes di nava buhraneke mezin de ye û dengeya xwe wenda kiriye. Hemû hewl û xîreta wî ew e ku ji têkçûn û kêrnehatina xwe re hincetan peyda bike. Dike ku bêkêriya xwe ya siyasî û polîtîkayên xwe yên îflaskirî bixe histûyê hinekê din.
Sabah gotinên Malikî yên, "Hewlêr bûye navenda propagandaya DÎŞI, bermayiyên Baas, el-Qaîde û milîtanên wê yên çekdar. A niha rêberên wan komên terorîst li Hewlêrê ne" nirxand û wiha got:
"Hewlêr cihê DÎŞI û rêxistinên mîna wê nîne. Navenda DÎŞIyiyan li cem te ye. Yê ku axa Iraqê, cebilxane û çekên 6 firqe leşkeran da wan tu yî û te ev li ser serê me hêzdar kir. Te generalên kevin ên ji Baasê li dora xwe civandin û wan nekarî Mûsilê tenê saetekê biparêzin. A niha tu çawa û bi kîjan rûyî dikarî derkevî li pêş ekranan û xeberbidî? Em ji te tenê dixwazin ku tu ji gelê Iraqê lêborînê bixwazî û îstifa bikî. Tu wekî kesekî ku welat wêran kiriye êdî nikarî Iraqê ji qeyranê derxî."