18 Hezîran 2018•Rojanekirin: 18 Hezîran 2018
WASHINGTON
Koalîsyona Dijî DEAŞê ya Amerîka pêşengiya wê dike qebûl kir ku hêzên taybet ên Fransayê li bajaroka Daşîşaya Sûriyeyê bi HDSya ku piraniya wê ji PKK/YPGya rêxistina terorê pêk tê ra tevkariyê dike.
Hesabê Twîtterê yê fermî yê Koalîsyona Dijî DEAŞê wêneya ku eskerên Fransayê tê da li Sûriyeyê bi obusan êrîşî DEAŞê dikin, parvekir.
Di binê wêneyê da hat gotin ku di 3yê hezîranê da li hin herêmên ser sînorê Sûriye û Iraqê li dijî DEAŞê merheleya duyemîn a "Operasyona Civandinê" tê kirin û di operasyona ku eskerên Fransayê jî piştgiriyê didinê da hedefên (DEAŞê) li nav û der û dora bajaroka Daşîşayê hatin lêxistin.
Bi vî hawî Koalîsyonê îtiraf kir ku hêzên taybet ên Fransayê û HDSya ku piraniya wê ji PKK/YPGya rêxistina terorê pêk tê li Sûriyeyê mil didin hev û şer dikin.
- Ji McGurk daxuyaniya Daşîşayê
Ji aliyekî din va Brett McGurkê Nûnerê Taybet ê Têkoşîna DEAŞê yê Serokê Amerîkayê Donald Trump jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê got ku Daşîşa cara ewil ji kontrola DEAŞê derket.
McGurk îdia kir, 4 salên dawîn in ku cara ewil rewş hat vê merhaleyê û hêzên HDSya ku piraniya wê ji PKK/YPGya rêxistina terorê pêk tê ev qas pêş ketin.
- AAyê tevkariya Fransa û YPGê daxuyandibû
AAyê di 30ê adarê da di nûçeya xwe ya ku spart çavkaniyên herêmî ên pêbawer da gotibû ku ji 70yî zêdetir eskerên hêzên taybet ên Fransayê di bin banê Koalîsyona Dijî DEAŞê da li Sûriyeyê bi ûnsurên PKK/YPGê ra fealiyetê dike.
Hatibû daxuyandin ku ji bilî personelê Fransayê yê ku 2 sal in li sehayê bi rêxistina terorê ra tevkariyê dikin, Alaya Peyade ya 1emnîn Pereşûtbazên Peyade ên Behrê ku girêdayî Fermandariya Hêzên Bejayê ye û yekîneyên 10emîn Komandoya Pereşûtbaz ku girêdayî Fermandariya Hêzên Esmanî jî li seheya ne.
Hatibû daxuyandin ku ev hêz her çend bicihbûna wan li Iraqê xuya bike jî, timî li ser deriyê sînor ê Simêlka ra ji bakurê Iraqê va dikevin bakurê Sûriyeyê û di demên dawîn da çûyîna wan a Sûriyeyê zêde bûye.
Lafargeya şirketa înşeatê ya Fransayê jî di sala 2010an da li bakurê Sûriyeyê fabirqeyeke çîmentoyê vekiribû. Şirket ji bo ku ji sala duyemîn ê şerê navxweyî pê va fealiyetên xwe bidomîne derketibû holê ku bi qasî sal û nîvekê bertîl dabû DEAŞa rêxistina terorê.
Vê fabrîqeya ku DEAŞê bi dest xistibû paşê YPG/PKKyê bi dest xistibû û wek baregeh bi kar anîbû.