09 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 10 Cotmeh 2019
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg der barê Herekata Kaniya Aştiyê da got: "Ez bawer dikim ku Tirkiye wê bi îtidal hereket bike û fealiyetên wê sînordar be."
Stoltenbergê li Romaya paytextê Îtalyayê bi Serokwezîr Giuseppe Conte ra hevdîtinek kir û piştî hevdîtinê civîneke çapameniyê li dar xist.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Stoltenberg der barê Herekata Kaniya Aştiyê da got Tirkiyeyê agahî daye NATOyê û wiha axivî: "Fikarên ewlehiyê yên meşrû ên Tirkiyeyê hene, li hemberî wê êrîşên terorê yên xirab hatin kirin. Tirkiyeyê mazuwaniya gelek penaberan kir. Ez bawer dikim ku Tirkiye wê bi îtidal hereket bike û fealiyetên wê sînordar be."
Stoltenberg got Tirkiye divê li herêmê ji gavên rageşiyê zêde bike û îstiqrarê kêm bike dûr bisekine, qezencên li hemberî DEAŞa rêxistina terorê hatine bidestxistin biparêze."
Stoltenberg anî ziman ewê roja înê were Tirkiyeyê ziyaret bike û ewê bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ra jî hevdîtinekê pêk bîne.