Abdullah Tel
11 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 12 Berfanbar 2019
Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî diyar kir ku li welêt ew ji bo bikaribin pirsgirêkên ji ber mueîdeyan derketine holê rabikin wê serî li her rêyê bidin lê destûrê jî nadin ku xetên sor ên dewletê bên binpêkirin.
Li gor nûçeya IRNAya ajansa fermî ya Îranê Rûhanî di civîna Lijneya Wezîran a ku li Tehranê hat kirin da axivî û siyaseta hundir û derveyê welêt nirxand.
Rûhanî biryara zema ku hat ser benzînê û meha borî bû sedema protestoyan, parast û got: "Li welêt xerxkirina rojane ya benzînê bi qasî 20 milyon warîlî daket. Ev jî tê wê meneyê ku em dikarin îxracata xwe ya di qada benzînê da zêde bikin."
Di axaftina xwe da Rûhanî destnîşan kir ku dahata bi qasî 30 trilyon tumen (Ji ser bihayê niha bi qasî 7,1 milyar dolar) a ku wê ji zema li ser benzînê bê wê rasterast li gel bê belavkirin.
Rûhanî destnîşan kir ku ji ber mueyîdeyên Amerîkayê haya wan jê heye ku gel di nav tengasiyê da ye û got ku hin saziyên çapemeniyê yên li welêt jî gavên hikûmetê yên di vê qadê da diavêje çewt nîşan didin.
Di berdewamiya axaftina xwe da Rûhanî got: "Bêgûman ji ber daketina dahatên dewletê, pirsgirêkên di bankevanî û neft di serî da di qadên din da derketin li ser jiyana gel bi tesîr in. Yan divê em ji heqê wan mueyîdeyan bên der û yan jî divê em dijmin mecbûrî tobeyê bikin."
Serokomarê Îranê Rûhanî diyar kir ku hikûmet biryardare ku bikaribe ji pirsgirêkên ber mueîdeyan derketine holê bê der û wiha domand: "Hikûmet biryardare ku him bi pergalên hilberîna nav welêt û him jî bi yên gotûbêjê xetên sor ên dewletê binpê neke va dikare komploya mueyîdeyan pûç bike."