Türkan Tosun
24 Îlon 2019•Rojanekirin: 25 Îlon 2019
Serokwezîrê Pakistanê Îmran Xan got beşdariya Pakîstanê ya şerê Amerîkayê ya dijî terorê wê bibe şaşiyeke mezin, ji ber vê ewê ji Serokê Amerîkayê Donald Trump ra wiha bibêje: "Li Efxanistanê di şerê 19 salî da hûn serkeftî nebûn, hûn heke 19 salên din jî bimînin hûnê dîsa bi ser nekevin."
Îmran Xanê ku ji ber Civîna Lijneya Giştî ya 74emîn a Neteweyên Yekbûyî (NY) li New Yorka bajarê Amerîkayê ye di Konseya Karên Derva da (CFR) da axivî.
Xan tevgera Amerîkayê ya li Efxanistanê rexne kir, got Pakistan divê beşdarî dagirkeriya Efxanistanê nebûya û wiha dewam kir: "Ji roja ewil pê va ez li dijî vê bûm, lewra me ewil ji bo tiştekî mezin, ji bo cîhadê mirov perwerde kirin. Paşê me ji heman komê ra got 'Ya ku hûn dikin terorîzm e'. Qet nebe divê em bêalî bimana. Xetayeke herî mezin a Pakîstanê jê yek jî ew bû ku beşdarî şerê Amerîkayê ya dijî terora kurewî ya piştî 11ê Îlonê bû."
Xan anî ziman êdî tu meneya çareseriya eskerî û şer li Efxanistanê nemaye, Amerîka di dawiyê da wê ji wir vekişe û aştî wê demê wê pêk bê.
Xan got di hevdîtina xwe ya bi Serokê Amerîkayê Donald Trump da ewê ji wî ra wiha bibêje: "Li Efxanistanê di şerê 19 salî da hûn serkeftî nebûn, hûn heke 19 salên din jî bimînin, hûnê dîsa bi ser nekevin."
Xan xwe wek piştgirê aştiyê bi nav kir û wiha dewam kir: "Şer tu pirsgirêkekî çareser nake. Heke hûn bixwazin bi şer va pirsgirêkekî çareser bikin, hûn li ber pirsgirêkeke din rê vedikin. Heke hûn El Qaîdeyê tune bikin, wê demê hûn DEAŞê derdixin holê.
Li ser pirsa radîkalbûnê Xan bertek nîşanî gotina "Îslama nerm" kir û wiha axivî: "Ewil ez mijarekî zelal bikim. Bi tenê Îslamek heye. Îslama nerm an jî Îslama radîkal, tiştekî wiha tune. Bi tenê Îslamek heye."
Der barê mijara Keşmîrê da jî Xan bangî dinyayê kir û got Hindistan qet nebe divê qedexeya derketina derva rake.