Elif Orhan
18 Sibat 2016•Rojanekirin: 19 Sibat 2016
BRUKSEL
Serokên dewlet û hikûmetên Yekîtiya Ewropayê (YE) bi daxuyaniyeke hevpar êrîşa terorê ya li Enqereyê bi tundî şermezar kirin.
Ji Lûtkeya Serokan a Yekîtiya Ewropayê ya ku li Brukselê hat kirin de der barê êrîşa terorê ya li Enqereyê de daxuyaniya hevpar weşand.
Di daxuyaniya hevpar de ev hatin gotin:
"Em wek serokên YEyê êrîşa terorê ya ku duh li Enqereyê qewimî bi tundî şermezar dikin. Serê malbat û dostên qurbaniyan sax be û em piştgirê gelê Tirkiyeyê ne. Çalakiyên terorê ji ku û ji kî bê nayê qebûlkirin. YE û dewletên endam di nav hevkariyê de bi şirîkan re dê lez bide xebatên dijî vê belayê."