CENEWRE
Nûnera Yêmenê ya Fona Alîkariya Ji Bo Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) Jûlîen Harneîsê destnîşan kir ku li Yêmenê zarokên bêparastin bi pereyekî kêm tevlî komên çekdar dibin û got nêzî ji sedî 3yê komên çekdar ji zarokan pêk tê.
Harneîsê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku li Yêmenê zarok him ji ber sedemên çandî û him jî ji ber aboriyê şer dikin.
Harneîsê diyar kir ku li gelek derdorên welêt şervanên zarok wekî tiştekî ji rêzê tê dîtin û wiha axivî: "Li ciyên kontrolê zarokên 14-15 salî, heta yên piçûktir ez dam sekinandin. Li welêt tiştekî ji rêzê tê dîtin ku zarok ji bo parastina eşîr û malbata xwe çekê hildidin. Li Yêmenê rayedarên di wezaret û daîreyên dewletê da ji min ra gotin ku zarok di 8 saliya xwe da ji bavên xwe fêr dibin ku çawa keleşan biemilînin, niha jî ew emilandina çekan nîşanî zarokan didin. Li welêt mijareke din jî zarokên bêparastin in. Li Yêmenê zarokên bêparastin bi pereyekî kêm tevlî komên çekdar dibin û got nêzî ji sedî 3yê komên çekdar ji zarokan pêk tê. Ji bo çi dibe bira bibe xelet e ku zarok di nav komên çekdar da cî digirin."
- "Li Yêmenê tirs, xof û trajedî heye"
Harneîsê destnîşan kir tê gotin ku li Aden, Sana û Sadayê şerê di kuçeyan da dewam dike û gel di nav tirsê da ye û wiha got: "Li Yêmenê tirs, xof û trajedî heye. Du sal e Yêmen di heyameke dijwar da der bas dibû, lê dîsa jî li ber xwe dida. Tundî ewqas zêde nebû, hêvî hebû ku wê pirsgirêk çareser bibin. Niha jî xelkê Yêmenê ji pêşeroja xwe û ji pêşeroja welatê xwe ditirsin, nizanin ku wê çi were serê civakê û serê zarokan."
- "Milyonek zarok nikarin herin mektebê"
Harneîsê destnîşan kir di çarçoveya operasyona "Bahoza Biryardariyê" da ku di serkêşiya Erebistana Siûdî da dest pê kir û êrîşên hewayî birin ser baregehên hûsiyan, gelek dibistanan zirar dît û got hin dibistan di destê komên çekdar da ne û hin dibistan jî wêran bûne.
Harneîsê bangî hemû terefên nav Yêmenê û derveyî Yêmenê kir ku bira sivîl, xebatkarên alîkariyê, zarok, dibistan û nexweşxaneyan ji xwe ra nekin hedef û wiha got: "Malbat ditirsin ku zarokên xwe bişînin dibistanê. Ji 19ê adarê vir da nêzî milyonekî zarok nikarin herin mektebê."
Serokomarê Yêmenê Ebdurabbu Mensûr Hadî piştî ku hûsiyan paytext Sanayê û hin bajarên din bi dest xistin, Adenê wekî navenda demborî îlan kiribû û destnîşan kiribû ku wê hin dewlet û nûnertiyên diplomatîk xebatên xwe li Adenê bidomînin.
Piştî ku hûsî ber bi Adenê va çûn û hin bajarên stratejîk girtin, rêveberiya Hadî bangî Yekîtiya Ereban û civaka navneteweyî kir ku midaxele bikin. Li ser vê koalîsyona di serkêşiya Erebistana Siûdî da di 26ê adarê da operasyona hewayî birin ser hûsiyan.