Türkan Tosun
18 Mijdar 2018•Rojanekirin: 19 Mijdar 2018
WASHINGTON
Serokê Amerîkayê Donald Trump daxuyand der barê kuştina Cemal Kaşikçi da raporeke berfireh wê roja sêşemê amade bibe.
Trump ji bo ku xebatên vemirandina şewatên li eyaleta Calîfornîayê bişiopîne û agahiyan hilde çû bajarê Malîbûyê, li wir pirsên rojnamevanan bersivandin.
- "Raporeke berfireh wê roja sêşemê amade bibe"
Trump der barê îdiayên dibêjin Teşkîlata Xeberhildanê ya Navendî (CIA) gihîştiye wê encamê ku Mîrzeyê Welîaht ê Erebistana Siûdî Mihemed Bîn Selman ferman daye ku Kaşikçi bê kuştin da wiha got: "Hê tu nirxandinek nekirin. Ji bo vê hê zû ye. Ev raporeke netemambûyî ye. Di nav du rojên pêş me da, dibe ku roja duşemê an jî sêşemê emê raporekî hildin û ewê temam bibe."
Trump got ew di nav rojê da bi Dîrektora CIAyê Gîna Haspel ra axivîye û got kuştina rojnamevanekî tiştekî pir xirab e.
Trump paşê bi zimanekî eşkere got rapora der barê kuştina Kaşikçi da wê roja sêşemê amade bibe û wiha dewam kir: "Hemû bûyer, kî bûye sedem û kî kuştiye hemû bersiv wê bên dayîn."
Trump beriya ku here Calîfornîayê di baxçeyê Qesra Spî da daxuyanî dabû rojnamevanan.
Donald Trump der barê kuştina Cemal Kaşikçi û îdiaya dibêjin CIA gihîştiye wê encamê ku Mîrzeyê Welîaht ê Erebistana Siûdî Mihemed Bîn Selman ferman daye ku Kaşikçi bê kuştin da gotibû CIAyê hê agahiyek nedaye wî û wiha dewam kiribû: "Niha ji me ra hat gotin tu roleke wî (Bîn Selman) tune. Emê bendê bin ka wê çi ji me ra bibêjin."
Paşê Berdevka Wezareta Karên Derva yê Amerîkayê Heather Nauert daxuyandibû Trump bi Wezîrê Karên Derva Mîke Pompeo û Dîrektora CIAyê Haspel ra li ser telefonê axiviye.
Nauert daxuyandibû der barê kuştina Cemal Kaşikçi da ew hê negihîştine encameke teqez.