Sarmand Hameed
16 Adar 2017•Rojanekirin: 16 Adar 2017
KERKÛK
Waliyê Kerkûkê Necmeddîn Kerîm biryar da ku ji xeynî zimanê erebî kurdî jî di nivîsên resmî de were bikaranîn û li kêleka Alaya Iraqê Alaya Kurdistanê jî li temamê dezgehên fermî were bilindkirin.
Li gor nivîseke fermî ya ku îmzeya Walî Necmeddîn Kerîm li serê heye û 14ê Adarê li temamê sazî û dezgehên Kerkûkê belav bûye dê îdî ji xeynî erebî zimanê kurdî û li kêleka Alaya Iraqê jî Alaya Kurdistanê hebin.
Di nivîsê de ev îfade cih digirin:
"Me biryar da ku zimanê erebî û kurdî di hemû nivîsên resmî de werin bikaranîn. Lewra di Destûra Iraqê de behsa vê madeyê hatiye kirin."
Hat ragihandin ku her sazî û dezgeha ku berevajiyê vê fermanê tevbigere dê wek binpêkirina yasayan miamele pê re were kirin.
Herwiha fermaneke din a îmza Necmeddîn Kerîm li binê heye û pêşkêşî Encumena Wîlayetê kiriye wiha ye:
"Ji bo bîranîna adar û newrozê û ji ber ku Kerkûk yek ji wan deverên bikêşe yên di çarçoveya madeya 140î de ye, em ji Encumeniya Wîlayetê dixwazin ku biryara bilindkirina Alaya Kurdistanê li kêleka Alaya Iraqê derxîne. Divê Alaya Kurdistanê li temamê sazî, dezgeh, şirket û daîreyên resmî de were bilindkirin."
Ji aliyekî din ve Encumena Wîlayeta Kerkûkê pêştir biryar dabû ku li hemû tabloyên fermî yên bajêr bi zimanê kurdî, erebî, tirkmenî û suryanî nivîs hebe.
Lê halê hazir tenê bi zimanê erebî emel tê kirin.