Dildar Baykan Atalay
05 Mijdar 2023•Rojanekirin: 06 Mijdar 2023
Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Antony Blinken bi ziyareteke "surprîz" seredana Şerîeya Rojava kir û bi Serokê Dewleta Filistînê Mehmûd Ebas ra hat cem hev.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Ofîsa Dewleta Filistînê, Blinken û Ebas li Şerîeya Rojava hatin cem hev.
Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê Matthew Miller jî di daxuyaniya da rojnamegeran da diyar kir, ji ber sedema ewlekariyê, heya ziyareta Blinken temam nebe dê tu hûrgilî neyê parvekirin.
Miller destnîşan kir, di hevdîtinê da Blinken teahuda herikîna alîkariya mirovî ya ji bo Xezeyê dubare kir û her wiha bi şêweyekî net diyar kir ku Filistînî dê bi zorê ji cihê xwe neyên derxistin.
Miller bal kişand ku Blinken û Ebas, "jinûva edilandina aramî û îstiqrarê" ya li Şerîeya Rojava gotûbêj kirin.
- Blinken bi xwepêşandanan hat pêşwazîkirin
Ji aliyekî din va herçiqas ziyareta Blinken nehatibe ragihandin jî xwepêşandanên protestoyê hatin lidarxistin.
Xwepêşandêran wêneya Blinken şewitand, bertek nîşanî piştgiriya Amerîkayê ya ji bo Îsraîlê dan.