ÎSLAMABAD
Hat îdiakirin ku serokê DÎŞIyê Ebûbekir el-Bexdadiyê ku der barê jiyana wî de zêde agahî tunene, di kampên li Efganistanê de perwerde dîtiye.
Serokê îstixbarata leşkerî ya Pakistanê yê berê Serbaz Hemdî Gul daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku di sala 1988an de dema ez li kampên Efganistanê geriyam di navbera ciwanên ereb de ez rastî Bexdadî hatim û wê demê 17-18 salî bû.
Der heqê jiyana Bexdadî de zêde agahî tunene, li gor nûçeyên di çapemeniyê de di sala 1971an de li Samarraya li bakurê Bexdayê hatiye dinyayê. Navê wî yê rastîn Îbrahîm Ewad el-Bedrî ye. Li zanîngeheke Bexdayê Zanistên Îslamî xwendiye û di heman beşê de doktora kiriye û bûye hîndekar.
Di sala 2003an de dema ku DYA dikeve Bexdayê Bexdadî di mizgeftekê de mele ye. Tê îdiakirin ku piştgirî daye berxwedana Iraqê û di sala 2004an de li nêzî Felluceyê di malekê de tê girtin û heta 2009an li kampa Bucayê ya di çavdêriya Amerîkayê de dimîne.
- DYA der barê Bexdadî de agahiyê nade
Raza Bexdadî hê jî zelal nebûye.
Piştî New York Tîmesê, malpera nûçeyan a bi navê The Daily Beastê ya li DYAyê di dema dagirkirinê de bi serbazê DYAyê Kenneth King re ku wê demê di kampê de wezîfedar bû hevpeyvîn kir.
King destnîşan kir ku Bexdadî heta 2009an di kampa Bucayê de ma û piştî ku kamp girtin û mehkûm ketin destê rayedarên Iraqê serbest hat berdan. King îdia kir ku dema ku Bexdadî serbet tê berdan jê re dibêje "Em ê li New Yorkê hev bibînin."
Mijar paşê jî hat rojeva Meclisa Nûneran. Nûnerê Herêma Eyaleta New Jerseyê yê ji Partiya Komarparêzan H. Smith pêşnûmayek da Komîteya Têkiliyên Derve ya Meclisa Nûneran û wiha pirsî bû: "Wekî ku hûn hemû jî dizanin Ebûbekir el-Bexdadî di destê DYAyê de bû û serbest hat berdan. Kê destûr da û serbest berda ku Bexdadî here û DÎŞIyê ava bike?"
- Serbazekî ji Pakistanê heyamekê zelal dike
Piştî salan serbazekî ji Pakistanê yê teqawidbûyî Gul der barê Bexdadî de daxuyaniyên balkêş da.
Artêşa Sowyetê di heyama 1979-1989an de komên ku li dijî dagirkirina Efganistanê derdikevin ji ser Pakistanê de biçek kir û alîkariya lojîstîk û perwede da. Gul jî şahidekî mezin ê vê heyamê ye.
Serokê îstixbarata leşkerî ya Pakistanê yê berê Serbaz Hemdî Gul daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku di sala 1988an de dema ez li kampên Efganistanê geriyam di navbera ciwanên ereb de ez rastî Bexdadî hatim û wê demê 17-18 salî bû.
Gul got ku di sala 1988an de ez li rojhilatê Efganistanê li herêma Xostê li kampên micahidan digeriyam. Gul destnîşan kir ku wê demê car caran diçûm kampan û wiha axivî: "Dema ez çûm ez rastî ciwanên ereb hatim. Efgan û ereb ji hev cuda ne. Min got ev kî ne. Gotin em ereb in. Di kampên ereban de diman. Digotin ev cîhad e û gotin ku rihê cîhadê teze ji xewa sedsalan hişyar dibe û loma jî hatine perwerdeyê bibînin. Malbatan zarokên xwe ji bo xizmeta micahidan bikin dişandin wir. Li gor baweriya min di encama lêkolînan de ez hîn bûm ku bi navê xwe yê rastîn Îbrahîm Bedrî el-Samarî, Bexdadî jî li wir bû."