Ayşe İrem Çakır, Irmak Akcan
28 Tebax 2026•Rojanekirin: 28 Tebax 2026
Xebatên xilaskirina kesên ji ber karesata lehiyê ya ku duh bandor li herêmên nêzîkî sînorê Çînê yê welêt kir di ro da çûn berdewam in.
Li gor nûçeya Kathmandu Postê di daxuyaniya polêsên Nepalê da hat diyarkirin ku jimara kesên di lehiyê da mirin derket 538an.
Rayedarên Nepalî ragihandin ku ji ber ava lehiyê çendî pire hilweşiyan, rêyan xisar dît û ji bo xebatên lêgerîn û xilaskirinê firoke hatin sewqkirin.
Di nûçeyê da her wiha hat ragihandin ku ava lehiyê cenazeyan bi xwe ra dibe û xebatên lêgerîn û xilaskirinê ne tenê li Rasuwayê li Nuwakot, Dhadîng, Gorkha, Tanahun, Chîtwan û Nawalparasiyê jî dewam dikin.
Rayedarên ku ji ajansa Associated Pressê (AP) ra axivîn eşkere kiribûn ku biyanî jî di nav da ji 1300î zêdetir kes winda ne.
Hatibû ragihandin ku ji ber lehiya li Nepalê li Herêma Xweser a Tîbetê ya li Çînê 35kes mirin û ji 558 kesan jî xeber nayê hildan.