Jimara kesên ku di erdheja ku duh li Nepalê bi lerza 7,8 çêbû de mirin, gihaşt 2230î.
Rayedarên nepalî eşkere kirin ku jimara kesên ku di erdhejê de li Nepalê mirin derket 2169 kesan li Hîndistanê jî derket 61 kesan.
Erdheja bi lerza 7,8ê bi saeta herêmî di saet 11.56an de li Lamjûnga ku 80 kîlometro dikeve bakurê rojhilatê paytext Katmandûyê çêbû û piştî erdheja ewil li herêmê gelek hejên dûmayî qewimîn.
Hat ragihandin ku katmandûyî ji ber hejên dimdar nikarin bikevin malên xwe û bi şev li cihên vekirî dimînin.
Dan zanîn rêyên ku diçin wargehên nêzî navenda erdhejê ji ber hezaz û tîşan hatin girtin, ji ber vê yekê nikarin bigêhêjin wir. Ditirsin ku heke bigêhêjin wan deran jimara miriyan zêde bibe.
Li welêt di sala 1934an de jî bi lerza 8,1 erdhejek çêbû û di wê erdhejê de ji 10 hezarî zêdetir mirov miribûn. Ev erdheja bi lerza 7,8ê piştî wê erdehejê erdheja herî mezin e.