ANTALYA
Jina hollandayî ya ku înterpol lê digeriya, li otêlekî Manavgata navçeya Antalyayê hat girtin.
M.A.S. (27) ji Hollandayê ya ku înterpol wê wek winda îlan kiribû û tê îdiakirin ku dê tevlî DAEŞê bibûya, li otêlekî hat girtin. Ekîbên Fermandariya Cendirmeyan ên navçeya Manavgatê wê li otêlekî taxa Çolakliyê girt.
Tê îdiakirin ku M.A.S li vir hêviya kesên dê wê bibirana Sûriyeyê sekinîbû. Piştî miemeleyan wê teslîmê Şaxa Biyaniyan a Midûriya Ewlehiyê kirin.