KARAMAN
Ji bo 8 karkerên ku di kana komirê ya Ermenekê de miribûn, lê nû gihîştin cesedên wan merasima cinazeyê hat li darxistin û karker defin kirin.
Cesedên Husnu Çolak, Huseyîn Çolak, Tezcan Gokçe, Ugur Îlhan, Îsmaîl Gurses, Bahrî Uzer, Mehmet Tokat û Osman Çoksoyler ên ku di 17 û 18ê çiriya paşîn de li kana komirê ya Ermenekê hatin derxistin anîn Mizgefta Nezahat Ahmet Keleşogluyê.
Serokê Karên Diyanetê Mehmet Gormez ji bo 8 karkeran cuda cuda nimêja cinazeyê da kirin.
Wezîrê Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê Lutfî Elvan, Alîkarê Serokê Giştî yê CHPyê Yakup Akkaya, Waliyê Karamanê Murat Koca, gelek gundî û eqrebeyên karkeran beşdarî nimêja cinazeyê bûn.
Malbat û eqrebeyên karkeran şîna karkeran kirin. Ji wan hinekan jî gotin ku ew ne mirî ne, ew şehîd in.