Türkan Tosun
13 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 16 Berfanbar 2015
SILÊMANIYE (AA) - Li Herêma Kurdistanê karsaz û veberhênerên herêmî û biyanî ji ber ewlehiyê û qeyrana aboriyê zehmetiyan dikşînin.
Piştî ku rêxistina terorê DAEŞê Mûsil bi dest xist û berê xwe da Hewlêrê qeyraneke ewlehiyê çêbû. Pişt re herêma Kurdistanê bêyî destûra hikûmeta navendî dest bi firotina neftê kir. Li ser vê di navbera hikûmeta navendî û herêmê de pirsgirêka budçeyê û mehaneyan derket. Ev bûyer hemû bûn sedem ku karsaz li welêt zehmetiyan bikşînin.
Berdevkê Yekîtiya Veberhênerên Herêma Kurdistanê Yasîn Mehmûd ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku berê bi kar û veberhênan re 40 milyar dolar pere dihate herêmê, lê niha ev rêje kêm bûye.
Mehmûd got ku sala 2015an ji hêla veberhênanê ve sala herî xirab e û wiha axivî: "Karsaz û veberhênerên ku dixwazin li herêmê kar bikin bê biryar û bi fikar in. Sektora taybet ji bo hin xebatên stratejîk ên li herêmê qasî 40 milyar dolarî pere veqetandin, lê niha 15 milyar dolar ji vî parê kêm bû û bû 25 milyar dolar. Qeyrana aboriyê tesîrê li ser welatên cînar jî dike. Hecma bazirganiyê ya me û ya Tirkiyeyê ji sedî 50 kêm bû. Bi Îranê re jî hecma bazirganiyê de ji sedî 70 kêmasî heye.
- Di sektora taybet de gelek kes bêkar man
Mehmûd got ku ji ber ku hikûmeta navend mehaneyan dereng dide an jî kêm kir gel nikare dan û stendinê bike û wiha axivî: "Ji bilî vê di sektora taybet de gelek kes bêkar man û kargehan karên xwe bi mecburî kêm kirin. Li gor agahiyan îsal hezar û 500 şirket hatin girtin."
- Di qada emlak û avasaziyê de jî pirgirêk çêbû
Mehmûd anî ziman ku di qada emlak û avasaziyê de jî pirgirêk çêbûn û wiha axivî: "Berê ev qad şên û aktîf bû. Lê niha ji ber ku welatî nikarin mehaneyên xwe bigrin, nikarin teqsîtên avahiyên xwe jî bidin. Niha hemû bihayên emlakan ji sedî 30 kêm bû û wisa jî dewam dike."