Piştî civîna veşartî, Serokê Heyamê yê KENYyê û Nûnerê Daîmî yê Rûandayê yê NYyê Eûgene Gasana daxuyanî da peyamneran û diyar kir ku endamên KENYyê ji ber zêdebûna hejmara miriyan û tundbûna rageşiyê di nava fikaran de ne.
Gasana bal kişand ku wî bangî herdu hêlan kir da ku demildest dev ji neyartiyê berdin û bizivirin li ser peymana agirbestê ya 2012an û wiha dewam kir: "Endamên KENYyê xwestin ku der barê parastina sivîlan de li hemberî hiqûqa navneteweyî ya mirovane rêz bê girtin. Endamên konseyê bal kişandin ji bo başkirina rewşa mirovan û gihîştina alîkariya xêrxwaziyê divê pevçûn rawestin."