Haydar Şahin
23 Adar 2018•Rojanekirin: 23 Adar 2018
QAHIRE
Kordînatorê Têkiliyên Misir-Libyayê Ehmed Qedaf ed-Demê pismamê Muemer Qedafiyê serokê Lîbyayê yê jitextdaxistî piştras kir ku piştgiriya fînasê dane Nîcolas Sarkozyê Serokomarê Fransayê yê berê.
Qedaf ed-Dem li Qahireya paytextê Misrê daxuyanî da televizyona France24ê û diyar kir ku agahiya alîkarîdayîna Sarkozy ji Qedafiyê serokê jitextdaxistî û rayedarên din hîn bûye û agahî teqez rast in.
Qedaf ed-Dem der barê mîqtara pereyê ku dan Sarkozy da got, "Di vê mijarê da xwedîagahî nînim. Ez bi tenê wê dizanim ku Sarkozy mitefîqê me bû me alîkarî dayê. Di wê demê da Qedafî dixebitî ku Yekîtiya Afrîkayê tesîs bike û ji bo vê jî dibê li Elyseeyê dostekî nêzî me hebûya. Ji bo ku wekî mitefîqê me yê stratejîk bimîne me piştgirî dayê. Ev rastiya tu carê nayê înkarkirin."
Ziyad Taqiyeddînê karsaz jî di sala 2016an diyar kiribû ku di sala 2006an da ji Libyayê 5 milyon ewro pere Sarkozy ra anî. Heman tişt Ebdillah Senûsiyê Dîrektorê Yekeya Îstixbarata Leşkerî ya Libyayê jî di îfadeya xwe ya 2012an da gotibû.
Qedafiyê serokê jitextdaxistî yê Libyayê beriya kuştina xwe daxuyanî dabû û gotibû, "Dema Sarkozy (di sala 2007an da) Wezîrê Karên Navxweyî bû hat cem min û pere xwest. Min jî dayê. Bi saya min hilbijartin qezenc kir."
Hatibû îdiakirin ku Nîcolas Sarkozyê di hilbijartina serokomariyê ya 2007an da ji bo meşandina kampanyaya hilbijartinê bi rêyên dereqanûnî ji Qedafî pere sitandiye. Li ser îdiayên ku dibêjin qasî 50 milyon ewroyî pere hatiye sitandin di sala 2013an da lêpirsîn dabûn destpêkirin.
Piştî lêpirsîna ku 5 salan dewam kir roja sêşemê Sarkozy hatibû binçavkirin û ji pey binçavkirina ku qasî 30 saetî dewam kir ra jî der heqê wî lêpirsîn dan destpêkirin.