ANKARA
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu der barê 3 keçikên ku ji bo tevî DÎŞIyê bibin ji Îngiltereyê revîn da wiha got: "Gelo hûn dizanin kesê ku alîkarî da van keçikan kî ye? Hat girtin. Ew kesa di îstixbarata welatekî ku koalîsyonê da cî digre da dixebite."
Çavuşoglu di kanala A Haberê da pirsên der barê rojevê da bersivand û diyar kir ku divê her welat ji bo pêşiyê li şervanên xerîb bibirin tevdîr û qanûnên xwe biguherînin. Çavuşoglu destnîşan kir ku di vê mijarê da biryara Neteweyên Yekbûyî (NY) heye di çarçoveya vê biryarê da her welat dixebite ku qanûnên xwe biguherîne, lê belê ya girîng ew e ku divê ev welatan li bingeha vê mijarê binihêrin û mêze bikin ku çima ev kesan dibin radîqal. Wezîr Çavuşoglu got divê têkoşîna li dijî teror û neteweperestî û dijmintahiya xeriban bi hev ra bê nirxandin û wiha pê da çû:
"Ez di vê mijarê da mînakekê bidim we. Der bar ê 3 keçikên ku ji bo tevlî DÎŞIyê bibin ji Îngiltereyê revîn da welatê wan çend roj şûn da agahî da me. Gelo hûn dizanin kesê ku alîkarî da van keçikan kî ye? Hat girtin. Ew kesa di îstixbarata welatekî ku koalîsyonê da cî digre da dixebite. Endamê Yekîtiya Ewropayê nîne, DYA jî nîne. Di îstixbarata welatekî ku koalîsyonê da cî digre da dixebite. Min ev tişta ji Wezîrê Karên Derva yê Îngiltereyê ra jî got. Ji min ra got 'Pirî caran wisa ye'."
- Têkoşîna li dijî DŞIyê
Çavuşoglu bi bîr xist ku berê jî gotiye dikarin ji bo têkoşîna li dijî rêxistina terorê hemû alternatîfan binirxînin.
Mevlut Çavuşoglu destnîşan kir ku li Iraqê di têkoşîna li dijî DÎŞIyê da ji aliyekî va pêmerge ji aliyekî va jî hikûmeta teze hewl dide lê belê hê jî li Bexdayê artêşeke bipergal tune, di vê mijarê da kêmasiyên mezin hene û ji ber vê yekê jî ji bo perwerdekirina artêşa ku bê avakirin Wezaretên Parastin û Navxweyî yên Iraqê Tirkiye dawet kirin.
Çavuşoglu got "Me jî ji wan ra got ku em dikarin perwerdeyê bidin" û wiha pê da çû:
Hetanî îro me alîkariya amûrên leşkeriyê da Bexdayê û pêşmergeyan lê belê avakirina mihafizên neteweyî zehf girîng e. Di rojevê da ye ku li Mûsilê jî wek herêmên din yekîneyên mihafizên neteweyî bên avakirin. Em ê perwerdeyê bidin vê artêşa ku bê avakirin. Divê ev artêş ji gelê Mûsilê bê avakirin. Lewra ji bo ku li cihekî li dijî terorê têkoşînê bidin divê pêşiyê îstiqrar bê wî cihî. Alîkariya gelê wî bajarê teqez lazim e."
Çavuşoglu got ku piraniya gelê Mûsilê sunî ne, ji bo ku di têkoşîna li dijî DÎŞIyê da serkeftî bibin divê alîkariya suniyan bê sitandin. Wezîr Çavuşoglu diyar kir ku li gor hin agahiyên ku tên li Iraqê êrîşan dibin ser hin herêmên suniyan û got "Ev rewşeke xeternak e. Iraq nikare carekê dîsa şerekî di navbera sunî û şiiyan da li ber xwe bide. Divê têkoşîn li dijî DÎŞIyê be."