11emîn Konferansa Yekîtiya Ewropayê (YE), Tirkiye, Rojhilata Navîn û Kurdan bi mazûvaniya koma tundraw (Çepgirên Yekbûyî yên Ewropayê-Çepgirên Kesk yên Îskandînav) li Parlementoya Ewropayê (PE) dest pê kir û wê du rojan bidome.
Serokê PEyê Martîn Schûlz û Xwediyê Xelata Nobelê ya Aştiyê Serpîskopos Desmond Tûtû peyam şand Konferansê û gotin ku ew piştgiriyê didin pêvajoya çarêseriyê û hêvî dikin ku serkeftî bibe.
Serokê Koma Çepgir a Tundraw Gaby Zîmmer daxwaz kir ku PKK ji lîsteya rêxistinên terorê bê derxistin. Gaby ragihand ku bi vî awayî dê Tirkiyê di demokratîkbûnê de pêş ve here.
Zîmmer îdia kir, piştî ku DÎŞIyê êrîşî Kobanê kir "Di nava Yekîtiya Ewropa û Parlementoya Ewropayê de gelek kes piştgiriyê dide ku PKK ji lîsteya rêxistinên terorê bê derxistin."
Gaby Zîmmer ji ber ku AK Partiyê nûnerekî xwe neşand Konferansê, AK Partî rexne kir û wiha got: "Di pêvajoya çarêseriyê de pirsgirêka pêbaweriyê heye."
Ji endamên Heyeta Aqilmendan Huseyîn Yayman jî ragihand ku li Tirkiyeyê gel ji sedî 55-60 piştgiriyê dide pêvajoya çarêseriyê û ger rê û stratejiyeke nû bê pejirandin, dê ev piştgirî zêdetir bibe.
Di rûniştina konferansê ya sibê de Hevserokê HDPê Selahattîn Demirtaş, Hevserokê PYDê Salih Muslîm, Ji navenda Moşe Dayanê ya a Zanîngeha Tel Avîvê Prof. Ofra Bengîo, Pisporê Enstîtuya Enterprîseyê ya Amerîkayê Michael Rûbîn û rojnameger Şîrîn Payzin dê biaxivin û danezana dawî dê bê eşkerekirin.