ANKARA
Serokê Komisyona Lêkolînkirina Pirsgirêkên Rêncberan a Meclisê û Parlementerê AK Partiyê yê Rihayê Mahmut Kaçar der barê xebatên komisyonê û çareserkirina pirsgirêkên rêncber û paleyan da daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Sedema sereke ya xebatên ku heta niha hatine kirin û bi ser neketine ew e ku bala xwe nadin ser edet û çanda rêncber û paleyên demsalî. Lewra çadirên xwe ji konteyneran baştir dibînin. Dibêjin odeyên biçûk ên di konteyneran da zirarê dide malbatê."
Kaçar destnîşan kir ji ber ku hilbijartin heye û rêcber û pale di meha nîsanê da koç dikin rapora komisyonê zû qediya û got ji ber vê jî xebatên ji bo pirsgirêk û kêmasiyan wê zû dest pê bikin.
Kaçar diyar kir ku pirsgirêka çûn û hatinê ji bo paleyan meseleyeke mezin e û wiha got: "Ji bo zêde mesref nebe, pale û rêncberan bi wesaîtên bêmiayene û bêruhsat dibin û tînin. Qezayên li Isparta û Rihayê jî ji ber vê çêbûn. Divê birin û anîna xebatkaran di bin çavdêriya Wezareta Karên Navxweyî û bi destê Wezareta Gihandin, Ragihandin û Berewaniyê were îdarekirin."
- "Naxwazin di konteyneran da bimînin"
Kaçar destnîşan kir ku pale û rêncber di konan da dimînin û wiha got: "Pale û rêncber dixwazin qadên ku lê ava paqij, serjok, ciyê cilşûştinê, dibistan û tesîsên tenduristiyê hene bên avakirin. Dixwazin li ciyên wiha konên xwe deynin. Sedema sereke ya xebatên ku heta niha hatine kirin û bi ser neketine ew e ku bala xwe nadin ser edet û çanda rêncber û paleyên demsalî. Lewra çadirên xwe ji konteyneran baştir dibînin. Dibêjin odeyên biçûk ên di konteyneran da zirarê dide malbatê."
- "Pirsgirêka perwerdeyê heye"
Kaçar diyar kir ku di heyama perwerdeyê da pale û rêncber koç dikin û wiha dewam kir: "Malbat di nav nîsanê da koç dikin û di dawiya sermawezê da vedigerin. Zarok di vê navberê da ji mekteba xwe dimînin. Em diwazin perwerdeya lezgîn were dayîn. Bi vî awayî wê zarokên malbatan ji dibistana xwe paş nemînin. Wek mayîn kêmasî û pirsgirêkeke din jî ew e ku qeyda wan tuneye. Heger qeyda paleyan were girtin bi hêsanî plan tên çêkirin û xebatkar dikevin ber pergala ewlehiyê ya civakî."
- "Nikarin rayên xwe biavêjin"
Kaçar destnîşan kir pirsgirêkeke din a rêncberan jî ew e ku nikarin rayên xwe bavêjin û wiha xeberda: "Ji ber ku qeyda wan li dereke din e nikarin di heyama hilbijartinê da rayên xwe biavêjin. Divê di vî warî da sererastkirinên qanûnî bên kirin. Em dixwazin ku rêncber û pale rayên xwe biavêjin."