HASEKE
5 hezar êzdiyên ku piştî êrîşên DÎŞIyê ji Şengala navçeya Mûsilê koç kirin û hatin li Kampa Newrozê bi cih bûn di nav şert û mercên dijwar de dijîn.
Tîma AAyê li kampê wêne û dîmen kişand. Sûriyeyiyên ku li welatê wan şerê navxweyî diqewime ji aliyekî ve şer dikin û ji aliyê din ve jî pêdiviyên êzdiyan bi cih tînin.
- 5 hezar êzdî li Dêrikê ne
Di meha tebaxê de DÎŞIyê avêtibû ser êzdiyên li navçeya Şengala Mûsilê û di encamê de ji 100 hezarî zêdetir êzdiyî bi mecbûrî ji herêmê koç kir. Êzdî ji Iraqê çûbûn Sûriyeyê û ji vir jî cardin vegeriyabûn Zaxoya bajarê Iraqê. Qismek ji êzdiyan piştî meşa ber bi mirinê ve li Iraqê bi cih bûbûn, qismek ji wan jî derbasî Tirkiyeyê bûbûn. Lê çi hat serê wan êzdiyên ku ne derbasî Iraqê bûn ne jî derbasî Tirkiyeyê bûn?
Ev êzdî li herêma di bin kontrola Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ya Sûriyeyê de, li Kampa Newrozê bi cih bûn û li wir dijîn. Berpirsiyarê Kampa Newrozê got ku li kampa 3 kîlomêtro dûrî navenda Dêrikê niha 5 hezar êzdî dijîn.
- Piraniya penaberan jin û zarok in
Berpirsiyarê Kampê Kawa Qasim diyar kir ku di destpêka şer de 11 hezar êzdî hebûn û paşê ev hejmar daket 5 hezarî û wiha dewam kir:
"Piraniya kesên ku li vir dimînin jin û zarok in. Hin sazî alîkariyê dişînin lê ev têrê nake. Li pêşiya me zivistan heye û bi rastî pêdiviya me bi piştgiriyeke baş heye. Hin penaber hê jî li xizmên xwe digerin û hê di dilê wan de tirs û xof heye. Hezar û 500 malbat vegeriyan Şengalê. Ji bo gelê li vir di nav ewlehî de vegere welatê xwe pêdivî bi alîkariya navneteweyî heye."
Ji erkdarên kampê Ebdulhelîm Ehmed got ku alîkariya Neteweyên Yekbûyî (NY) têrê nake û pir hindik e û wiha berdewam kir: "Li Sûriyeyê şer dewam dike lê li herêma me hê jî îstiqrar heye, ji ber vê yekê em heta ji destê me tê alîkariyê didin mezlûman. Em ne tenê alîkariyê didin êzdiyan her wiha em alîkariyê didin sûriyeyiyên ji ber şer direvin û xwe dispêrin herêmê jî."
Ji êzdiyan Kemal Îsayê li kampê dimîne wiha got: "Em wek qurbanên şer li herêmên cuda belav bûn. Hêzên YPGyê yên ku em ji destê DÎŞIyê xilas kirin li vir jî alîkariyê didin me."
Îsa got ku piştî ku herêm ji endamên DÎŞIyê bê xilaskirin em ê vegerin herêma xwe.