ANKARA
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Numan Kurtulmuş got "(Wextê Ziyareta Serok Barzanî daliqandina alaya Herêma Kurdistanê) Ev cara ewil nehat kirin. Birêz Barzanî çiqas hatiye Tirkiyê bi vî qasî ev teamula dîplomatîk hatiye bicihanîn. Him alaya Herêma Kurdistan Iraqê him a Iraqê him jî a Tirkiyê hatine daliqandin. Her sê ala jî hatine daliqandin. Yanê berê jî ev hatiye kirin. Ev li gor teamulên dîplomatîk tê kirin."
Kurtulmul li Koşka Çankakayayê piştî Civîna Lijneya Wezîran a bi Serokatiya Serokwezîr Bînalî Yildirim hat kirin de pirsên rojnamegeran bersivandin.
-Manşeta rojnameya Hurriyetê
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Kurtulmuş manşeta rojnameya Hurriyetê bibîr xist û wiha axivî:
"Wisa xuya dike ku li Tirkiyê hin kes ji tevkariya îradeya sivîl a siyasî, bi hev re xebata hikûmeta Tirk û Hêzên Çekdar aciz dibin. Piştî hewla derbeyê ya 15ê tîrmehê ku îtibara hêzên me yên çekdar serobino kir, eşkere ye ku hin kes naxwazin hêzên me îtibara xwe ji nû ve bi dest bixin. Çavê wan bar nabe ku hêzên me û gel dîsa bibine yek. Hin kes ji ber operasyonên ku hêzên me li dar dixin aciz dibin, diyare ku hin kes ji ber serkeftina hêzên me aciz in.
Tirkiye ew Tirkiyeya berê nîne. Lazim e ku hemû kes wextê xeber didin, baldar bin. Êdî kes nikare bi manşetên rojnameyan Hêzên Çekdar ên Tirkiyê, îrdeya siyasî ya Tirkiyeyê, hikûmetê berhêl bike. Bila hemû alî vê bikin mêjiyê xwe."
-Milet, tekane parêzvanê îradeya millî ye
Kurtulmuş wiha dewam kir:
"Di ser re pir wext derbas bû, di bin pireyê de pir av herikî çû. Ji vir û pê ve li Tirkiyeyê îradeya sivîl, yanê hikûmet, bi erka ku ji miletê xwe wergirtiye li ser wezîfeyê ye. Milet, tekane parêzvanê îradeya millî ye. Di 15ê tîrmehê de jî vê nîşan daye. Hêzên Çekdar ên Tirkiyê wê tu carî nekeve nav siyasetê. Hêza tu kesî têrê nake ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyê têxe nava siyasetê."
-Daliqandina alaya Herêma Kurdistana Iraqê
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Kurtulmuş der heqê wextê ziyareta Serok Barzanî daliqandina alaya Herêma Kurdistanê de wiha xeberda:
"Ev cara ewil nehat kirin. Birêz Barzanî çiqas hatiye Tirkiyê bi vî qasî ev teamula dîplomatîk hatiye bicihanîn. Him alaya Herêma Kurdistan Iraqê him a Iraqê him jî a Tirkiyê hatine daliqandin. Her sê ala jî hatine daliqandin. Yanê berê jî ev hatiye kirin. Ev li gor teamulên dîplomatîk tê kirin."
-Zinarên Kardakê
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Kurtulmuş ji bo daxuyaniya der barê zinarên Kardakê de ya Wezîrê Parastinê yê Yewnanistanê de got: "Tirkiye bi mafên xwe yên li ser Egeyê dizane. Heta îro destûr neda ku li Egeyê tiştekî wisa bilezûbez bê kirin, herwiha wê ji vê şûn de jî nede. Ji bo Tirkiyê nirxekî sembolîk a zinarên Kardakê heye. Tirkiye kare li gor vê nirx û wateya sembolîk hemî cure mafên xwe li Deryaya Egeyê biparêze. Hêz, qudret, derfet, stratejiya wê heye û têrê dike."