23 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2016
XEZE
Hat ragihandin ku leşkerên Îsraîlê midaxeleyî çalakvanên filistînî yên ku li ser sînorê xeta Xezeyê çalakî li dar dixistin kir, 15 kes birîndar ketin.
Berdevkê Wezareta Tenduristiya Filistînê Eşref el-Qudra di daxuyaniya xwe da wiha got: "Li tanga sînorê nêzîkî Xan Yûnisê di navbera leşkerên Îsraîlê û çalakvanên filistînî da pevçûn derket, 15 çalakvanên filistînî bi fîşengên rastî va hatin birîndarkirin."
Leşkerên Îsraîlê bi fîşengên rastî û gaza rondikrêj va midaxeleyî çalakvanên filistînî yên ku li ser sînorê Xezeyê çalakî li dar xistibûn kiribû û filistîniyan jî kevir avêtibûn wan. di agahiyên ewil da hatibû gortin ku 10 filistînî birîndar bûne.