Haydar Şahin
27 Nîsan 2019•Rojanekirin: 29 Nîsan 2019
Hat ragihandin ku li Calîfornîaya eyaleta Amerîkayê ajokarekî komeke li rexê rê dimeşiya şibande Mislimanan û wesayîta xwe ajot ser komê.
Li gor xeberên di çapemeniya Amerîkayê da hatin weşandin, Isaiah Joel Peoplesê 34 salî sêşema borî li Sunnyvaleya wargeha li San Joseya bajaroka Calîfornîayê wesayîta xwe ajot ser komeke li rexê rê dimeşiya.
Phan Ngoyê Şefê Polêsên Sunnyvaleyê got, "Delîl nîşan didin ku bersûc ji ber ku Misliman in û ji nijadeke din in bi zanatî wesayît ajotiye ser komê."
Şahidên bûyerê gotin piştî ku Peoples bi wesayîtê êrîşî rêwiyan kir got ku "Ji Îsa ra şikur, ji Îsa ra şikur".
Di bûyerê da 4 kesên emrê wan di navbera 9 û 54an da, jin û zarok jî tev in rakirin nexweşxaneyê. Hat ragihandin ku rewşa keçika 13 salî ya ji Asyaya başûr xedar e.
Larry Kleinê Şaredarê Sunnyvaleyê di daxuyaniya xwe da got, "Civata me li dijî vê dijmintiya bêmene bûye yek û em vê tundiyê şermezar dikin."
Polêsan bal kişand ku Peoplesê kontrolorê fînansê yê Wezareta Parastinê dema diçû koma xwendina Încilê ev êrîşa kir û Peoples di navbera 2005-2006an da li Iraqê wekî nîşangir wezîfe kiriye.
Jay Boyarskyê Alîkarê Serdozgerê Herêma Santa Clarayê jî diyar kir ku lêkolîn dewam dike, Peoples ji ber teşebisa kuştina 8 kesan sewqî dadgehê kirin heke sûcdar were dîtin ew ê hetahetayê di girtîgehê da bimîne.