İbrahim Atmaca
07 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 07 Rêbendan 2018
CHICAGO
Piştî bagera berf û pûkê ya li bakurê rojhilata Amerîkayê, cemed çêbû û tesîreke xerab li ser jiyanê dike.
Berf beriya pîrozbahiyên noelê barî û li Chicagoyê germa hewayê heta bin sifirê 20 pileyî kêm bû û jiyan felç kir. Ji ber sermayê tu kes di kuçe û kolanan nayê dîtin û gelek çalakiyên ku hatibûn plankirin jî hatin betalkirin.
Sermayê seferên balafiran jî dereng xistin û çûyîn û hatina otobêsan jî zehmet kir. Li ser kolanan timî xebat tên kirin ku kolan bûz negrin. Ekîban li ser Çemê Chicagoyê û Gola Michiganê bûz şikandin.
Welatî ji ber sir û sermayê tên hişyarkirin, li gelek derên bajêr "navendên xwegermkirinê" vekirî ne.
Ehlê Chicagoyê bi kampanyayên betaniyan va alîkariyê didin mihtacan, hin welatiyan jî deriyê xwe ji bêmalan ra vekir.
Sir û sermayê tesîreke neyênî li ser heywanên kovî jî kir.