MELBOURNE
Li Caîrnsa bajaroka girêdayî Queenslanda eyaleta Awistiralyayê di malekê da cesedê 8 zarokên ku emrê wan di navbera 1,5 û 15an da diguherin hat dîtin.
Di daxuyaniya polêsên Quesnslandê da hat diyarkirin ku li taxa Manoorayê di malekê da cesedê 8 zarên ku bi kêrê hatine kuştin û jineke 34 saliya birîndar hatib dîtin. Hat destnîşankirin ku jinik rakirin nexweşxaneyê û rewşa wê rind e, der barê bûyerê da hin agahî da polêsan.
Hê nayê zanîn ku navê zaran çî ye, kî ne, bi destê kê hatine kuştin û ji malê ne yan ji malê nînin.
Mifetişê Polêsên Caîrnsê Bruno Asnîcar got, "Ev ji bo her kesî xebereke bi jan e, polêsan jî tiştekê wiha nedîtibûn." Hat ragihandin ku di saet 11.20î de xebera polêsên Caîrnsê hatiye pêxistin.
Der barê bûyerê da lêkolîn dewam dikin.