Türkan Tosun
25 Nîsan 2018•Rojanekirin: 25 Nîsan 2018
VIYANA
Navenda Dokumantasyon û Şêwirmendiyê ya Ji Bo Misilmanên Awistiryayê bi civîneke çapemeniyê "Rapora Nijadperestiya Dijî Misilmanan a 2017yan" bi raya giştî re parve kir.
Di raporê de tişta ku balê dikşîne ew e ku êrîşên îslamafobîk par pir zêde bûn.
Sala 2016an li dijî Misilmanan 254 êrîş hatin kirin, lê di sala 2017an de hejmara êrîşan zêde bû û gihîşte 309an.
- Herî zêde jin rastî êrîşan tên
Li gor raporê ji êrîşan ji sedî 98ê wan li hember jinan tên kirin.
Ji sedî 49ê êrîşan li derva an jî di wesayîtên wek otobês, metro yên gelek kes lê hene de tên kirin.

- Nivîsên nijadperest ên li ser dîwaran zêde bûn
Hat gotin ji sedî 19yê êrîşan ji nivîsên nijadperest ên li ser dîwaran pêk tên ku ev jî li gor par ji sedî 7 zêde bûn.
Di meha remezanê de li ser dîwarên mizgeftan nivîsên nijadperest nivîsandin, li hember sazî û kargehên Misilmanan êrîş pêk anîn, li ser înternetê li dijî Îslamê û Misilmanan êrîş zêde bûn.
Di raporê de hat destnîşankirin gotin û tevgerên nijadperest ên di hilbijartinên cotmeha 2017an de jî bûn sedem ku êrîşên nijadperest zêde bibin, lewra herî zêde di vê mehê de êrîş hatine kirin.
Navenda Dokumantasyon û Şêwirmendiyê ya Ji Bo Misilmanên Awistiryayê ji sala 2014an pê va êrîşên li dijî Misilmanan qeyd dike û xizmetê dide mexdûran.
- "Misilman perçeyekî vê civatê nayên qebûlkirin"
Elîf Ozturk Adama nûnera Navenda Dokumantasyon û Şêwirmendiyê ya Ji Bo Misilmanên Awistiryayê der barê raporê de bal kişande ser hejmara êrîşên ku di cotmeha 2017an de zêde bûne û got divê siyasetmedar dev ji gotinên popîlîst berdin.
Ozturk Adam got Misilmanên li Awistiryayê mezin dibin perçeyek vê civatê nayên qebûlkirin û wiha axivî: "Di êrîşên devkî û nivîskî de dibêjin 'terorîst', 'bedewî', 'Misilman bila herin', 'Misilmanên pîs vegerin cihên ku li wir hatine' û yên bi vî rengî."
Nûnereke din a navendê Ummû Selîme Tureyê jî behsa xebatên navendê kir û got ew di serî de bi Teşkîlata Hevkarî û Ewlehiyê ya Ewropayê, saziyên navneteweyî û herêmî re dixebitin ku balê bikşînin ser van êrîşên nijaperest.