KUTAHYA
Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Taner Yildiz: "Rêxistina paralel, di warê sermayeyê da dibe ku li ser Bakurê Iraqê jî sekinîbe. Li wir jî dibe ku ketibin nav hewldanan, lê em destûrê nadin ku derbasî Tirkiyeyê bibin û tesîrê li ser xazê û neftê bikin."
Yildiz di serdana xwe ya li Walîtiya Kutahyayê da li ser pirsa der heqê Bakurê Iraqê da destnîşan kir ku heta niha 51 tankêr hatin barkirin û kapasîte gihêşt 42 milyon warêlî.
Yildiz diyar kir ku tevî nefta Hewlêr û Bexdayê rojane 425 û 450 hezar warêl neft tê derxistin û şandin û wiha got: "Em her gav dibêjin, ev neft nefta Tirkiyeyê nîne. Ev nefta Iraqê ye. Îhale, firotin û qezenc ya gelê Iraqê ye. Xeta Boriyê ya Nefta Xam a Kerkûk û Yumurtalixê di çarçoveya peymana ku me ji bo 15 salan bi Bexdayê ra îmze kiriye û hevdînên bi Hewlêrê ra, dewam dikin. Em ji bo tiştên fermî legal hene, lê divê em bêjin, em li dijî tiştên îllegal in."