Nihat Kavşut
06 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 07 Tîrmeh 2018
DERA/ÎDLIB
Li rojavayê başûrê Sûriyeyê li bajarên Dera û Quneytrayê piştî hevdîtinên berfireh yên di navbera Rûsya û mixalifên eskerî da agirbest hat çêkirin.
Nûnerên mixalifên eskerî yên li Derayê bi rayedarên Rûsyayê ra li herêmê civiyan û li ser agirbesteke mayînde ku Quneytra jî di nav da ye axivîn.
Huseyîn Ebû Şeymayê ji berdevkên operasyonên li başûr daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku li hev kirine û wiha got: "Li gor peymanê divê mixalif çekên giran teslîm bikin. Polêsên eskerî yên Rûsyayê ji sînorê Urdinê wê bikevin herêmê. Bi destpêkirina peymanê mixalifên ku dixwazin ji herêmê derkevin wê bikaribin malbatên xwe hildin û derkevin."
- Ji 350 hezarî zêdetir sivîl ji ciyê xwe koç kirin
Hêzên rejimê û alîgirên wê 10ê Hezîranê li rojavayê başûr welêt herêmên di destê mixalifan da ne bi dest xistibûn û 20ê Hezîranê êrîşên esmanî yên Rûsyayê dest pê kiribûn.
Li gor agahiyên ekîbên parastinê yên li herêmê hejmara sivîlên ku ji ber êrîşên rejima Beşar Esed û alîgirên wê koç kirin ji 350 hezarî derbas bûye.