Ahmet Furkan Mercan
28 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 28 Tîrmeh 2026
Li peravên eyaleta Kumamotoyê ku dikeve başûrê Japonyayê, bi mezinahiya 7,1ê erd hejiya.
Li gor Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê, li navenda eyaleta Kumamotoyê, herêmên Uki û Hikawayê li gorî saeta herêmî di 16.27an da erd hejiya.
Erdheja ku mezinahiya wê 7,1 e, 10 kîlomêtre di binê erdê da çêbû.
Li gor NHKya têlevîzyona dewletê, piştî erdhejê mirî û birîndar nehatin ragihandin.
Ajansê daxuyand ku erdhej li Yatsuşiro, Uto, Maşikiya herêmên Kumamotoyê jî bi tundî hat hîskirin.
NHKya têlevîzyona dewletê ragihand, piştî erdhejê dibe ku tsunamî li qeraxê Behra Yatsuşiroyê bixe. Qeraxê vê behrê bi Kumamotoyê ra jî heye.