Iyad Nabolsi,Safiye Karabacak
16 Sibat 2025•Rojanekirin: 17 Sibat 2025
Artêşa Îsraîlê peymana agirbestê ku ji 27ê Mijdarê vir va di rewacê da ye cardin îxlal kir, li navçeya Hasbayê ku dikeve aliyê başûrê Libnanê êrîşek mezin lidarxist.
Li gor nûçeya NNAya ajansa nûçeyan ya fermî ya Libnanê, artêşa Îsraîlê êrîşek mezin bir ser Hasbaya navçeya ser Nebatiyeyê.
Derbarê mezinahî û encamên êrîşê da tu agahî nehatin parvekirin. Herwiha Îsraîlê jî derbarê mijarê da hêj tu daxuyanî nedaye.
Ji aliyê din va hat ragihandin ku xanîyeke li herêma navbera Kefr Şuba û Şebaayê da rûxiya.
Artêşa Îsraîlê ku hêj ji herêmên başûr ên Libnanê venekişyaye gule berî kesên dixwastin vegerin herêmê dabû, di encama bûyerê da jineke ciwan hatibû kuştin. Herwiha hêzên Îsraîlê 3 Libnanî jî bêyî sedem girtibûn.