Li Bulxaristana ku serjimara wê 7, 34 milyon e, eleqeya li ser zimanê dayikê ya ku wek dersê bijarte ya mecbûrî tê dayîn, gelekî kêm dibe.
Ji alîkarên Wezîra Perwerdeyê Aneliya Klîsarovayê Prof. Dr. Atanaska Teneva pirsên nûçegihanê AAyê bersivand û got ku li welat milyonek û 400 hezar tirk û misilman dijîn li digel vê yekê perwerdeya bi zimanê dayikê paş ve dimîne.
Tenevaya ku ji pêvojoya hînkirin û kontrolkirina mûfredatê berpirsyar e der barê jimara xwendekarên ku beşdarî bernameyên zimanê zikmakî yên ku tirkî jî yek ji wan dersan e, tu agahî nedan û got ku me tespît kir ku eleqeya li ser dersên wek van her sal bêtir kêm dibe.
Her çiqas ji bo hin materyalên tetbîqê pirtûkên nû hatibin amadekirin jî di dibistanên dewletê de ji bo dersên tirkî pirtûkên ku di sala 1994an de hatin çapkirin, tên xwendin.
- Dersa "Hilbijarte ya meburî"
Xwendekarên ku zimanê wan bulxarî nîne, zimanê ku di nav malbatê de diaxivin wek dersa "hilbijarte ya mecbûrî" hefteyê 4 saetan ji pedagogên pispor dikarin hîn bibin. Li gor sepanê xwendekar ji nav dersên bijarte yên din de wek mecbûrî dersekê zêde dikarin hilbijêrin.
Li gor qanûna perwerdeyê ji bo vekirina pola zimanê zikmakî herî kêm divê 10 xwendekar heman dersê hilbijêrin. Heke têra xwe daxwaz hebin birêvebiriya dibistanê ji bo avakirina poleke wiha, ji bo perwerdekirinê dikare biryara dîtina pisporekî bide.
Di bernameyê de di nav dersên hilbijarte yên mecbûrî de ji bilî tirkî, romenî, îbranikî, ermenkî, hemû zimanên din yên rojavayî û dersên wek zanist û teknolojiyê jî hene. Digel verastkirinên qanûnî li Bulxaristanê ji sala 1992yan heta niha jimara xwendekarên ku beşdarî sepana perwerdeya bi zimanê dayikê dibin, roj bi roj kêm dibe.
- "Ji 114 hezaran ket 7 hezaran"
Li gor lêkolîna dawîn ya ku Navenda Lêkolînên Têkîliyên Çandî û Kêmneteweyan ya Navneteweyî di sala 1992yan de 114 hezar xwendekaran dersa tirkî hildibijart û ev jimar di sala 2011an de daket 7 hezaran. Li gor lêkolîna saziyê piştî ku malbatan ji bo aboriyê koç kirin, malbatên di xurbetê de şûna tirkî zimanê welatên ku li wir dimînin wek dersa hilbijarte dan zarokên xwe.
Tevgera Azadî û Mafan (TAM) ya ku piraniya wê ji tirkan pêk tê û yê ku hikûmeta Serokwezîr Plamen Oreşarskî damezrand û bi Partiya Sosyalîst a Bulxaristanê re hevkariya koalîsyonê kir, di bangeşeya xwe ya ji bo hilbijartinên giştî yên di 12ê gulanê de kampanyaya pirsgirêka zimanê dayikê derxistibû pêş. TAM di parlementoya ku 240 parlementerên wê hene de, bi koma xwe ya 36 parlementeran hevkarê îqtidarê ye û TAMê piştî hilbijartinan cardin qala vê mijarê nekir.
Di vê navberê de Wezîra Perwerde û Zanistê Prof. Dr. Aneliya Klîsarova diyar kir ku ji bo 138 zarokên sûriyeyî yên ku bi qaçaxî derbasî Bulxaristanê bûn, amadehiya perwerdeyê dikin.
Hat ragihandin ku wezaretê bi Navendên Entegresyona Penaberan û Zanîngeha Ohrîdskî Klîment a Sofyayê re têkilî danî û ji bo ku zarokên sûriyeyî bi erebî perwerdeyê bibînin ket nav hewldanan.
Tê payîn piştî ku zarokên sûriyeyî hinekî hînî bulxarî bûn, dê di dibistanên bulxaran de bên entegrekirin.