Haydar Şahin
28 Adar 2018•Rojanekirin: 29 Adar 2018
PEKÎN
Li Pekîna paytextê Çînê ji ber qirêjiya hewayê alarma hêşin hat dayîn.
Buroya Meteorolojiyê ya Pekînê diyar kir ku li bajêr di hewayê da partîkulên PM2.5 û PM10 ên bi zirar zehf zêde bûne ji ber vê jî alarma hêşin hat dayîn.
Li bajêr ji ber qirêjiya hewayê mesafeya dîtinê dakete 2 û 4 kîlomêtreyî.
Rayedarên herêmê bangî gel kirin ku hetanî ji destê wan tê bira ji malên xwe dernekevin. Ji xwederkaran jî xwestin li ciyên sergirtî bisekinin.
Gelê Pekînê dema derdikeve derva rûyê xwe dipêçe.
Navenda Çavdêriyê ya Şaredariya Pekînê diyar kir ku bagera xubarê ya ku ji aliyê Moxolistanê tê ew ê îro li bajêr tesîra xwe nîşan bide.
Ji ber qirêjiya hewayê ya ku zêde dibe do jî alarma tûtik hatibû dayîn.
Li Çînê astên qirêjiya hewayê bi rengên hêşîn, zer, porteqalî û sor tên îfadekirin. Ji ber pêşketin û pîşesaziya lezgîn li metropolên Çînê hewa zehf qirêj e.