Nûnerê Taybet yê NYê û Yekîtiya Ereban yê Sûriyeyê El Ahdar el Îbrahîmî bi heyeta muxalîfên sûriyeyî re di ofîsa NYyê ya li Cenewreyê de hat bal hev. Îbrahîmî piştî hevdîtinê dê bi heyeta rejîmê re jî hevdîtinê bike.
Li Cenewreya bajarê Swîsreyê hevdîtinên ku bi navbeynkariya Neteweyên Yekbûyî (NY) ve ji bo aştiya Sûriyeyê tên kirin bi tûra duyemîn ve îro dewam dike.
Muxalîfên Sûriyeyî bi pêşengiya Serokê Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger û Muxalifên Sûriyeyê (KNŞMS) Ahmet Carba, nûnerên rejîmê jî bi pêşengiya Wezîrê Karên Derveyê Sûriyeyê Velîd Mûallîm ve beşedarî hevdîtinan dibin.
Di hevdîtinên dawiya meha borî de tu encamek derneketibû holê û el-Îbrahîmî diyar kir ku di hevdîtinan de "zemîneke hevpar " çêbû. Lê ji ber ku tu encam derneket, her du alî jî hev sûcdar dikin.
Muxalîfên Sûriyeyî di hevdîtinan de dixwazin ku li ser "hikûmeta berwext" biaxivin, lê rejîm vê yekê qebûl nake û dixwaze di pêşerojê de Esed di rêveberiyê de cih bigre. Lewra rejîm hêzên muxalîfan jî wek teror qebûl dike.