Sevim Hatun
26 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2017
DUZCE
Li aliyê Çiyayê Boluyê yê rêbeja D-100î baraneke gur dibare û hewa bi mij û dûman e.
Li herêmê ji ber baran û mijê di çûnûhatinê de astengî çêbû.
Li aliyê Duzce, Bakacak û Elmalikê, li aliyê Boluyê jî li herêma Bakacak, Karanlikdere û Seymenlerê ji ber mijê rêbej nayê dîtin, ajokar encax heta 25 metreyan dibînin.
Ekîbên rêbej û trafîkê li guzergahên diyarkirî tedbîr standin û ajokar di mijara navbera teqîb û leza zêde de hişyar kirin.
Rayedarên Midûriyeta Meteorolojiyê ya Bajêr diyar kir ku wê baran heta dawiya heftê dewam bike.