NEW YORK
Li Mîssîouriya eyaleta DYAyê der heqê polês ê ku Mîchael Brownê xortê reşik ê 18 salîyê bê çek kuştibû de biryar hat dayîn ku hewce nîne bê darizandin.
Jûriyê bi rojan bûyer nirxand û biryara der heqê polêsê ku li taxa Fergisonê Mîchael Brown kuştibû de diyar kir. Dozgerê St. Louîsê Robert McCulloch biryara jûrî ya ku ji 12 kesan pêk tê û 9ê wan sipî, 3yê wan reşik in di gelek televizyonan de zindî eşkere kir.
McCulloch destnîşan kir ku jûriyê hemû delîlên bûyerê nirxand û gelek şahidên bûyerê guhdarî kir û piştî nirxên berfireh der barê polês Wîlson de biryar da û wiha axivî: "Li gor wezîfeya ku hatiye dayîn di tevgerê de bû û ji bo vê jî hewce nake ku bê darizandin."
McCulloch diyar kir ku kîjan endamê jûriyê çi biryar da tiştekê veşartî ye û nayê diyarkirin, di pêvajoya lêpirsînê de jî tu qeydek nehat girtin.
Malbata Mîchael Brownê ku hatibû kuştin der barê biryarê de diyar kirin ku piştî biryarê gelekî li ber xwe ketin lê belê dibê çalakiyên protestoyê bi aştiyane bên domandin.
Li ser biryarê li Ferguson û gelek bajarên DYAyê çalakî tên lidarxistin. Polês li cihên çalakiyan tevdîrên ewlehiyê digrin.
Komeke ku ji qasî hezar kesî pêk dihat li Unîon Squareya New Yorkê civiya û li ser biryarê barîkata polêsan belav kir û ber bi Wall Streetê meşiya.
Li eyaleta Mîssouriyê Walî Jay Nîxon beriya diyarkirina biryarê li bajêr rewşa derasayî îlan kiribû û xwendingeh tetîl kiribû.