WASHINGTON
Serokê DYAyê Barack Obama der barê kuştina 3 ciwanên misilman de wiha got: "Divê li DYAyê tu kes, fikr û baweriya wî çi dibe bila bibe, rastî êrîşê neyê."
Obama daxuyaniyeke nivîskî da û destnîşan kir ku Buroya Lêpirsînê ya Federal (FBI) der heqê kuştina Deah Barakat, Yûsor Mihemed Ebû Salha û Razan Mihemedê ku li Chapell Hîlla bajaroka Carolînaya Bakur hatibûn kuştin, lêpirsîn da destpêkirin.
Obama di daxuyaniya xwe de wiha got: "Divê li DYAyê tu kes, fikr û baweriya wî çi dibe bila bibe, rastî êrîşê neyê."
Obama tevî xanima xwe Mîchelle Obama ji bo malbatan sersaxî xwest û wiha got: "Gelek kes beşdarî merasima cinazeyan bûn û em hemû malbateke Amerîkayê ne. Em ji ku bin û ji ku hatibin ferq nake, em tev yek in. Gelek kesên ji dînên cihê li vir hene û li vire em hemû malbatek in."