Irmak Akcan, Zeynep Katre Oran
15 Tebax 2026•Rojanekirin: 15 Tebax 2026
Li Endonezyayê bi mezinahiya 7,7an erdhej çêbû.
Di daxuyaniya Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) da hat ragihandin ku navenda erdhejê 68 kîlomêtro li bakurê rojavayê Floresa herêma Endonezyayê dikeve.
Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku erdheja bi mezinahiya 7,7an, 10 kîlomêtro di kûrahiyê da çêbûye.
Piştî erdhejê li heman herêmê erdhejên piştlerze yên bi mezinahiya 5,6 û 6,1ê jî çêbûn û dijî xetereya tsunamiyê hişyarî hat dayîn.
Li gor nûçeya The Jakarta Postê li cihên cuda yên welêt pêlên tsunamiyê yên ji mêtroyekî kurttir hatin çavdêrîkirin û hişyariya tsunamiyê 3 saet piştî erdhejê hat rakirin.
Emanuel Melkiades Laka Lenayê Waliyê eyaleta Rojhilatê Nusa Tenggarayê di civîna çapemeniyê ya der barê erdhejê da ragihand ku 5 kes di bin kavilan da man û jiyana xwe ji dest dan.